Tîma tenduristiya derûnî ji bo penaberan:

Dixwazi bi kesekî re pê bipeyvî?

Ma gelek tişt heye ku tu li ser difikiri, tu westiya yî, bi stress î  an xem xem î?

Bi me re di tîma tenduristiya derûnî ya penaberan de, tu dikari bi yekî re bipeyvî, derûnnas an jî şêwirmendê tenduristiya derûnî.

Erkê weşartinê me yê sirrî heye , ew hizmet bê pare ye, û em dikarin wergêr,tirciman bikar bînin.

Telefon bike an ji peyamê sms bo ew jimara  45 65 16 31 yan jî 40 40 59 04 re bişîne.

Tu dikari me li mala çalakiya Bjørnegård Aktivitetshus li Slependveien 1 bibînin. Em dikarin li Sandvika li Kommunegården jî bicivin.